image

PeyamaKurd- Cenazê George H.W Bush îro anîn avahiya kongreyê û kesên ku bixwazin diçin seredana cenaze wî. Bush roja înê koça dawiyê kiribû û 41.emîn serokê Amerîkayê bû. Serokê Amerîkayê Trump jî di merasima cenaze de amade bû.

Temamê hevalbendên Bush yên siyasî seredana cenaze kirin û hêjî dewam dikin. Di nava wan de hene ku bi sedema pîrîtiyê nikarin li ser linga bimînin.

Cenazê Bush wê sibê li eyaleta Texasê, li cem jina wî Barbara Bush bê definkirin. Gora keça wan ya bi navê Robin ku di 3 saliya xwe de bi nexweşîna losemiyê miribû, di heman goristanê de li cem diya xwe definkiriye.