image

Hat îdîkirin ku Mehmûd Ehmedî Nejad Serokomarê berê yê Îranê bi tawana ku piştgrî daye xwepêşandanên demên dawî yên li Îranê hatiye desteserkirin.

Xwediyê îdîayê rojnameya binavê “El-Quds El-Arabî” ye ku navenda wê Londona paytexta Îngîltereyê ye.

Rojname agahiyên berdestê xwe dispêre "jêderên ewle" yên Tehranê. Ehmedî Nejad di beyanatên xwe yên demên dawî de Serokomar Hesen Rûhanî rexne dikir. Lê heya niha hêj ji aliyê Îranê ve ev agahî nehatiye piştrastkirin.