image

PeyamaKurd - Dageha Bilind a Tirkiyê (AYM) daxwaza ‘texliyekirina bi tevdîr' a namzedê Serokomariyê yê HDPê Selahattin Demîrtaş red kir.

Demek berê Dadgeha Cizayê Giran a 19mîn li Enqereyê daxwaza berdana namzedê Serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş ê red kiribû. Li ser vê yekê parêzerên Demîrtaş di 29ê Gulanê de bi awayekî şexsî serî li AYMê dabûn û daxwaz kiribûn ku Demîrtaş 'bi tevdîr' were texliyekirin. Dageha Bilind a Tirkiyê (AYM) li daxwaza ‘texliyekirina bi tevdîr' a Demîrtaş venêrî û ew daxwaz red kir.

Demîrtaş di daxwaznameya xwe de bal kişandibû ser wê yekê ku ew ji 4ê Cotmeha 2016an ve girtî ye û ev rewşa girtî li ber mafê bijartin û hilbijartinê binpêkirineke giran e û eger ev rewşa wî ya girtî berdewam bike ev rewşa giran dê girantir bibe.

Herwiha Demîrtaş destnîşan kir ku: "Berdewamiya vê rewşa han dê zirarê bide meşrûiyeta hilbijartina serokomariyê."