image

Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Jim Mattis ragihand ku piştî şerê DEAŞê, dê YPG weke hêza polis bê destekkirin.Mattis got piştî têkoşîna li dijî DEAŞê biqede, wê dev ji dayîna sîlihan berdin û nedin YPGê.

Mattis weha got: " Di mijara alîkariya sîlihan de, em ê li gor gotina Trump tevbigerin. Em ê li bakûrê Sûriyê hêzên polîsên herêmî ava bikin.”

Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Jim Mattis, dest bi seredana xwe ya Rojhilata Navîn kir. Seredan wê 5 roj dewam bike. Di 5 rojan de wê seredana Misir, Urdun, Pakistan û Kuweytê bike. Mattis di dema derket tûra xwe ya Rojhilata Navîn, di balafirê de pirsên ojnamevanan bersivand.

Mattis got piştî ku operasyonên li dijî DEAŞê werin ber bi dawiyê ve, siyaseta Amerîka ji sîlihdana Hêzên Demokratîk yên Sûriyê (PKK/PYD) berde û wê qeweta xwe bide serê ku bidestkeftiyên (deverên di dest de) xwe wenda nekin. Di mijara YPGê de got ji xwe têra YPGê sîlihên YPGê hene. Her ku koalîsyon operasyonan kêm bike, pêdiviya YPGê bi sîlihan namîne.