image

PeyamaKurd- Li payîtexta Amerîkayê li Washingtonê cezayê mirinê hat rakirin. Dadgeha Bilind ya Washingtonê bi sedema ku keyfî û bi awayê irqî ya bi qeneeta pêş ceza tê dayîn, bi dengên temamê endamên dadgehê biryar  hat dayîn ku ev qanûn ji holê rabe. Bi vî awayî ev eyaleta 20 em e ku cezayê îdamê jê radibe.

Piştî dadgeh biryara xwe da, parêzgerê Washingtonê Jay Inslee weha axifî: “Dadweriya wekhev nîşana demokrasiyê ye û bikaranîna dadweriya wekhev, di berpirsiyariya dewletê de ye. Ez bexetwerim ku demeke dirêje ew cezayê îdamê ku li eyaleta me tê bikaranîn, hat rakirin. Cezayê îdamê yê ku li eyaleta me tê tebîqkirin, xizmeta hedefên rewa nake. Bi vê sedemê Dadgeha Bilind ya Washîngtonê bi sedema ku li ser bingeha irqî tê bicîhanîn, qanûna wê betal kiriye.”