image

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got ku piştî hilbijartina 24ê Hezîranê karê me yê pêşî wê rakirina “rewşa awarte” be.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji çapemeniya Tirkiyê re axivî û di derbarê rewşa awarte de daxuyaniyên girîng dan. Erdogan got ku ji bo ku em herêmên di bin tehdîda terorê de aram bikin, me rewşa awarte îlan kiribû. Lê piştî 24ê Hezîranê berî her tiştî, em ê rewşa awarte rakin.

Erdogan wiha dewam kir: Wextê ku em hatine îqtîdarê, li herêmê rewşa awarte hebû. Ji me re gotin rewşa awarte rakin û hew. Lê me rakir, teror zêdetir bû. Îro rewşa awarte kampanyayên ti kesî asteng nake. Ti kes nikare mînakeke tenê jî bide ku rewşa awarte astengan derdixe.