image

PeyamaKurd - Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê ragihand, bi hinceta ku bi rêxistinên terorê ra têkildar in 635 Cerdevan ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Ji Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê hat ragihandin, bi hinceta ku bi rêxistinên terorê ra têkildar in 635 gundparêz ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ku 635 gundparêz bi hinceta têkilî, îrtibat, mensûbiyet û endamtiya wan bi kom û rêxistinên terorê yên dijî ewlehiya neteweyî ya dewletê hewl didin ra heye ji wezîfeyê hatin dûrxistin.