image

PeyamaKurd - Li parlementoya Îsraîlê pêşnûmayek hate pêşniyarkirin, ku deverên Kurdî yên li bakurê Sûriyê û Îranê weke axa dijmin neyê zanîn û bazirganên Îsraîlê jî bazirganiyê ligel Herêma Kurdistanê bikin.

Her çende ev pêşnûmaya cudahiyê naxe navbera Başûrê Kurdistanê û perçeyên din yên Kurdistanê, lê parlementerê ku ew projeyasayê pêşniyar kiriye, ji medyaya Îsraîlê re ragihand, ku niha mebesta wan Kurdistana Iraqê ye, lê dibe ku di dema bê de were guhertin.

Parlementerê Îsraîlê Kisênya Sivîtlova dawiya vê hefteyê projeyek di derbarê pêwendiyên navbera Îsraîl û Kurdan de pêşkêş kiribû ku têde hejmarek ji dostên Kurd ên ji Îsraîl, Ewropa û Iraqê beşdar bibûn.

Kisênya dibêje, ev pêşnûmaya ji bo wê yekê ye ku Îsraîl bikaribe ji bo karl akademî û bazirganiyê serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Piştî avakirina dewleta Îsraîlê di sala 1948an de, bi hezaran cihû ji Iraq û Herêma Kurdistanê derketin û çûne wî welatî.

Nêzîkî 200 hezar Kurd li Îsraîlê dijîn ku ji sedî 50 ji wan li Qudsê nîştecî ne.

Kisênya eşkere dike ku ew nabêje dê ev pêşnûmaya ji sedî sed pesend bibe, lê gelek wezîrên hikûmetê bi wî re xwediyê yek helwestê ne.