image

PeyamaKurd - Li Colemêrgê li cebilxaneya baregeha eskerî teqînek çêbû û di encamê de 25 Esker birîndar bûn û 7 esker jî winda ne. 

Li parêzgeha Colemêrgê gundê Ortaklar yê ser bi navçeya Şemzînanê li qereqola di bin sîbera baregeha Girê Sulguyê de seet derdora 17:00an teqînek qewimî.

Li gor daxuyaniya ewil ya parêzgeriyê, di dema barkirina guleyên topê de guleya biarîze teqiyaye. Di daxuyaniya duyem de hat ragihandin ku teqîn li depoya cebilxaneyê qewimiye.  

Eskerên birîndar bi firokeyên eskerî hatine rakirin bo nexweşxaneyên Colemêrg û Geverê.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 25 esker birîndar bûne û 7 esker jî winda ne.

Mehkemeya Sulh Ceza ya Şemzînanê derbarê teqînê de biryara qedexekirina weşanê stend.