image

PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Îstenbolê hêzên asayîşa Îstenbolê operasyon kirin ser 11 kesên ku endamên DEAŞê ne. Ji 11 gumanbaran 8 ji wan hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku wê DEAŞî tevgerên sansasyonel bikirina.

Li gor agahiyan tîmên têkoşîna bi terorê re,xebat kirin da 8 kesên DEAŞê ku perwerda bombe dîtine,li deverên şer ketine vana şer û plan kirine ku hinek tevgerên dinê din ava Tirkiyê de bikin.

Di çarçoveya agahiyan de di heman demê de li navçeyên cuda,hêzên asayîşê avêtin ser 14 ciyan û 8 kesan binçav kirin. Di lêgerîna nava malan de dokumanên rêxistinê û alavên dîjîtal ketin dest.

Lêpirsîna 8 kesan li baregeha asayîşê dewam dike û bo girtina her 3 kesên din xebat tekirin.