image

PeyamaKurd- Li Iraqê li bajarê Selahaddînê li navçeya Şirkatê nêzî dibistaneka seretayî otomobîlek hat teqandin û 2 kes birîndar bûn.

Otomobîl nêzî dibistanê hatibû danîn. Teqîn gelek mezine lê di wê demê de kes nêzî otomobîlê tinebû. Bi îhtîmala teqîna duyem çebibe polîs tedbîrên zêde girtin.

Şirkat heya du sal berê di destê DEAŞê de bû û niha ketiye destê hêzên asayîşa Iraqê.