image

PeyamaKurd- Krîza avê li Îranê desepêkir. Ragihandin ji aliyê serokê grûba parastina hawirdoriyê ya meclisa Îranê  Muhammed Riza Tabeş de hat kirin.

Ajansa meclisa Îranê ICANA ragihand ku Tabeş di axaftina xwe de weha gotiye:

“ Îklîma Îranê gelek guherîneke û nabe ku em bê hezir avê bikarbînin. Bo kaniyên me yên ava stratejîk zengilê talûkê lê dide. Li seranserê welat piraniya rezervên avê hatine bikaranîn.”

Tabeş got ku di 36 salên dawiyê de, %80 yê avê hatiye bikaranîn ku ev dike 180 mîlyar m3 û ev felaketeka mezine. Li welat bi sedema ku baran nayê û hişkayî heye, gol û goletên ku hene, ber bi ziwabûnê ve diçin.

Di van salên dawiyê de ziwabûna Gola Urmiyê bo Îranê arîşeyeka mezin ya hawridoriyê ye. Divê bo ziwahiyê tedbîr bên sitendin.