image

Li Fîlîstînê çiqas diçe bûyer zêde dibin û xelk dikeve kolanan. Hêzên asayîşê yên Îsraîlê mudaxeleyê xwepêşandêran dike. Gelek kes birîndarin.

Leşkerên Îsraîlê bi fişekên plastîk û xaza îsotê mudaxeleyê xwepêşandêran dikin. Xwepêşandêr ala Amerîka û posterên Donald Trump dişewitînin.

Rojname ya Haaretz dibêje ku Fîlîstînî û hêzên Îsraîlê li Şerîa rojava û Xazeyê li hev dixin. Gelek wêneyên şer dide çapemeniya dinyayê. Rojname dibêje li Şerîa Rojava 14 xwepêşandêr ji xaza îsotê û 2 ji wan jî bi fişeka plastîk birîndar bûne. Hêzên Îsraîlî xwepêşandêrên ku li ser sînorê Xazzeyê dicivin, wan ji hev belav dike.

Li Ramallah, Tulkarm û Nablûsê gelek kes derketine kolanan.