image

PeyamaKurd - Li paytexta Efrîqa Başûr Cape Townê, ji bo navê xwe di Pirtûka Rekoran a Guinnessê de tomar bikin, 32 kesan bi hev re xwe şewitand.

Li Qada Grand Parade ya bajarê Cape Town a paytexta Efrîqa Başûr, 32 kesan di heman demê de agir berdane xwe.

32 kesên ku agir berdane xwe, ji bo navê xwe di Pirtûka Rekoran a Guinnessê de tomar bikin, ev yek kirin û serkeftî jî bûn.

Kesên agir berdane xwe, cilên taybet li xwe kirin û bi hev re li ser xetekî meşiyan.

Hêzên ewlekariyê jî di dema ceribandina vê rekorê de hemû tevdîr wergirtin.

Di sala 2013ê de li bajarê Cleveland a vîlayeta Ohio ya Amerîkayê 21 kesan di heman kêliyê agir berdabûne xwe û rekor şkandibûn.