image

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Artêşa Azad li Efrîn û derdora wê, malên sivîl û gundiyan talan dike.

Li gorî çavkaniyên herêmî li navçeya Şerayê çekdarên Artêşa Azad ehlê gund hemî ji malên wan derxistine û bi hinceta lêgerîna endam û alîgirên YPDê, malên gundiyan talan kirine. Wextê ku piştî lêgerînê xelkê gund têne malên xwe, dibînin ku tiştên elektronîk wekî televîzyonê û tiştên biha hemî hatine talankirin.

Ji xeynî vê jî malbatên Kurdan ji gund derdixînin û yên Ereban li gund bi cih dikin. Hat ragihandin ku li Şerayê 45 malbatên Ereb hatine bicihkirin.