image

PeyamaKurd - Artêşa Tirk û çekdarên ser bi wan agir berdan zincîreçiya yê Hawarê û heta niha şewat berdewam e.

Çavkaniyeke herêmî ku ji niştecihê Efrînê ye ji BasNewsê re ragihand ku serbazên Tirk û çekdarên ser bi wan agir bi derdora gundê Dîbê yê navçeya Reco xistin û niha şewata li rûbera darsitanên çiyayî her diçe firehtir dibe û jiyana gundên li ser wî çiyayî dixe metirsiyê. Gundên metirsî li ser gundên Çiyê, Dîbê, Şêx, Şêxbila û Hesendêra ne.

Di heman demê de, li gor heman jêderî, bi awayekî sîstêmatîk  çiyayê Sarisî, Bilêl, Qerebîl têne şewitandin.

Herwiha da xuyakirin ku artêşa Tirk bi mebesta xurtkirina cîgehên xwe yên leşkerî, agir berdide daristanên derdorê.

Tê zanîn ku di demeke berê de jî, artêşa Tirk û çekdarên bi ser ve daristanên li derdora gola Meydankê ya navçeya Şera şewitandibûn û bû cihê nerazîbûna xelkên deverê bê wê kesek karibe destwerdanê bike.