image

PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê li herêma Dêra Zorê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) êrîşeke bombeyî hate kirin. Di encama êrîşê de herî kêm 5 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî li herêma Dêra Zorê li gungê Sûrê li dijî HSDê êrîşek pêk hat. Êrîş bi motosîkleteke bombebarkirî li dijî nuqteya çekdarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêk hat. Di encamê de 3 şervanên HSDê û 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan di êrîşê de gelek birîndar jî hene…