image

Piştî mirina Mao Zedong (1976), ji bo ku rê li ber dîktatorîyê bê girtin, di dema Deng Şîaopîng (1982) de serokatî bi du heyaman hatibû sînorkirin. Ango, kesek kare tenê du caran bibe serokê dewleta Çînê. Lê Serokê Çînê  Şî Cînpîng ev heyam da guhertin û rê ji serokatî û dîktatorîya heta bi mirinê re vekir.

Şî Cînpîng ê 64 salî, ku ji 2013an ve serokatîya dewleta Çînê dike, piştî ku bû serokê dewletê, her ku çû desthilatdarîyên xwe jî zêdetir kirin. Şî Cînpîng, sala par di kongreya Partîya Kominîst de felsefeya xwe ya bi navê “Di dema nû de hişmendîya sosyalîzma Çînê“ xistibû rêbaza partîyê û dabû qebûlkirin. Kongreya Netewî ya Gel felsefeya Şî Cînpîng a ku xistibû rêbaza partîyê, di kongreya nû de xist makzagona dewletê jî û qebûl kir. Bi vî awayî hişmendîya sosyalîzma Şî Cînpîng, wek „xalên ku rêberîya Komara Çînê dikin“ ket nav rûpelên  makzagona Çînê. Heta niha tenê fikir û teorîyên Mao Zedong û Deng Şîaopîng ketibûn nav rêzên makzagonê. Bi vî awayî Şî Cînpîng dibe serokê sêyem ku dîtin û teorîyê wî di makzagona Çînê de cîh digrin.

Kongreya Netewî ya Xelkê Çînê sînor ji dem û heyama serokatîya dewletê re rakir. Li gor makzagona berê, kesekî karîbû du caran (5 sal 5 sal) ango 10 salan bibe serokê dewletê. Dema serokatîyê sînorkirî bû. Lê di kongreya îsal de sînorê serokatîyê hat rakirin û wê serokê dewletê heta bi mirina xwe karibe wek serokê Çînê desthilatdar be û siyasetê bike.  

Di kongreya nû de ji 3 hezar nûner û delegeyan 2 hezar û 958 nûneran guhertina makzagonê û rakirina sînorê serokatîyê pejirand. Bi vî awayî tu asteng ji serokatîya heta bi mirinê û dîktatorîyê re nema.

Z.B