image

PeyamaKurd - Bi hezaran kesên ji welatên cuda ji bo ku di 'Rêya Mirinê" de bimeşin çûn bajaroka Nezukê.

Meşa Aştiyê (Marş Mîra) ya ji ber salvegera komkujiya Srebrenîtsayê îsal cara 14mîn e tê lidarxistin, bi beşdariya hezaran kesî dest pê kir.

Komkujiya Srebrenîtsayê piştî Şerê Cihanê yê Duyem wek komkujiya herî mezin a Ewrupayê tê zanîn. Ji 6 hezaran zêdetir kes ji bo ku beşdarî vê meşa mezin bibin li bajaroka Nezukê ya ku di navîna Bosna Hersekê ye civiyan. Çalakvanan ji Nezukayê dest bi meşê kirin ku bigîhîjin Srebrenîtsayê.

Qurbaniyan Srebrenîtsayê her sal di 11ê Tîrmehê da li Goristana Abîdeyê ya Potoçariyê tên bibîranîn. Di vê gorîstanê de gora 6 hezar û 575 qurbaniyên komkujiyê heye.

Eskerên Sirban di 11ê Tîrmeha 1995an de bajêr bi dest xistibûn û dest bi komkujiyê kiribûn. Di vê komkujiyê da ji 8 hezarî zêdetir sivîl hatibûn kuştin û di gorên komî da hatibûn veşartin. Ji ser bûyerê ra 23 sal derbas bûn lê hê jî cesedê hezarî zêdetir kesan nehatiye dîtin.