image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di êrîşa xwekujiyê ya ku li Bexdaya paytextê Iraqê hat kirin de li gor tesbîtên ewil 5 kes hatin kuştin.

Ji ewlehiya Bexdayê Serpel Ehmed Xelef  got ku êrîşkarê xwekujiyê ku li serê kembera bibombe hebû li mecliseke sersaxiyê ya li navçeya Tarîmiyeya li bakurê paytext xwe teqand. 

Xelef diyar kir ber êrîşê herî kêm 5 kes hatin kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûn û hêzên ewlehiyê herêm bi temamî girtin, ji bo ku kuştî û birîndaran bînin ambûlans sewqî herêmê kirin.

Hê tu aliyî berpirsyariya êrîşê hilnedaye ser xwe.