image

Peyamakurd - Piştî hilbijartinên navberê yên kongre û senatoyê gelê Amerîkayê li gelek deveran li dijî polîtîkayên Serokê Amerîkayê derket kolanan û xwepêşandanên protestoyî li dar xist.

Li gelek eyaletên Amerîkayê xelk derket kolanan û bi dirûşm û nivîsên ku hilgirtibûn, destwerdana Trump bo lêpirsîna Rûsyayê ya dozgerê taybet Robert Mueller dimeşîne jî tê de karvekêşana Wezîrê Dadê Sessions û hewlên derveyî hiqûqî yên Trump protesto kirin.

Rojnameya Washington Postê derketina kolanan a gel bi sernavê, “Washington dîsa ket rewşa şer” belav kir.

Di xwepêşandanan de dirûşmên wekî, ‘Ti kes ne bi ser hiqûqê de ye’ û ‘Trump ji hiqûqê ne mezintir e’ derketin pêş.