image

PeyamaKurd- Li Amerîkayê li Eyaleta Floridayê Bahoza Michaelê rabû. Leza bahozê derkete heta 250 km.yan. Ji bo 370 hezar kesî biryara texliyê hate dayîn.

Di derbarê bûyerê de waliyê Floridayê Rick Scott daxuyaniyek da û got ku “Êdî ji malên xwe dernekevin. Niha derketin, tişta herî xirab e. Ji bo texliyekirinê, pir dereng e.

Di van 20 salên dawî de bahoza herî mezin e.

Li gorî agahiyê dawî heta niha kesekî jiyana xwe ji dest daye û 290 hezar kes bê ceyran maye.