image

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov bo teşwîqa berdana sîlihan, wê korîdora mirovî bê avakirin. Lavrov got: Em ê dewam bikin û hedefên terorî bombe bikin.

Lavrov ragihand ku dê ev derfet bo grûbên terorîst yên di herêmê de neyên dayîn. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin di derbarê mijara halê niha yê li Îdlîbê de, Konseya Ewlekariyê civandiye. Peskov weha got:

“ Li vê jîngehê bi zêdebarî terorîst hene û bi sedema tevgerên wan yên ku aramiyê xerab dikin, endîşeyên xwe anîn ziman. Hem di civînê de behsa problemên aborî û komelayetî yên navxweyî hat kirin.”