image

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di ‘konferansa navdewletî ya Afxanistanê’ ku  li Moskovayê hat lidarxistin de got ku DEAŞ dixwaze Afxanistanê bike pireka ku di ser de xwe bigihînin Asya Navîn, bikarbîne. Sergey Lavrov weha dewam kir:

“Mîlîtanên DEAŞê bi desteka sponsorên biyanî êrîşên ku dikin, dixwazin Afxanistanê, bo xwe di Asya Navîn de belav bikin, dixwazin bikin pireka terorîstan.” Lavrov her weha got ku bo tehdîda terorê ji holê rabe, berpirsiyarî dikeve ser milên herkesî. Lavrov dewam kir û got:

“Alîkariya rawestandina van planan û rakirina tehdîdan ji ortê, wezîfa temamê dewleta ye, wezîfa rêxistinên navdewletî û milletê Afxan e.”

Di konferansê de temsîlkarên Talîbanê amade bûn û Lavrov dilxweşiya xwe bi tevlîbûna Talîbanê anî ziman, hem weka pêngaveka girîng bi navkir.