image

 

PeyamaKurd- Kurê serokê tevgera azadîxwaza Lîbyayê , kurê Omer Mûxtar, Muhammed Omer Mûxtar wefat kir. Omer Mûxtar li dijî dagirkeriya faşîzma Îtalyayê di sala 1931an de serî hildabû û şerê gerîllayê dabû. Ew yek ji qehremanên Lîbyayê ye.

Di dema şerê Lîbyayê yê li dijî Îtalyayê de Omer Mûxtar bi navê “Şêrê Çolê” hatibû navandin û jiyana wî ji aliyê sinemaya Amerîka de, bi seraktoriya Antony Queen de hatibû çêkirin.

Kurê wê Muhammed di 97 saliya xwe de wefat kir. Muhammed li mala xwe ya bajarê Bîngaziyê, li devera El Hadaigê dima.