image

PeyamaKurd - Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 8 mehên dawîn de 853 kesên ji ber sûcê endamtiya DAIŞê girtî bûn, teslîmî meqamên Iraqê kirin.

Serokê Komîteya Nirxandina Raporên Rêxistinî ya Navneteweyî ya Kurdistanê Dîndar Zêbarî di civîna çapemeniyê ya li Hewlêrê de diyar kir ku wan di 8 mehên dawîn de 853 mensûbên DAIŞê dan meqamên Iraqê.

Zêvarî ragihand ku doza qismekî terorîstên girtî li Mûsilê hat kirin.

- Ji bo koçberan li benda piştgiriyê ne

Zêbarî destnîşan kir ku yên li kampan dijîn jî di nav da bi qasî 2 milyon û 100 hezar koçber û penaber li Kurdistanê dijîn û got ku şert û mercên li kampan baş nînin, ji ber vê jî ew li benda alîkariya saziyên navneteweyî ne û bi bîr xist ku Neteweyên Yekbûyî bala xwe dide ser herêmên nû yên ku tên rizgarkirin.

Serokê Komîteya Nirxandina Raporên Rêxistinî ya Navneteweyî ragihand ku di têkoşînê de bi tevahî hezar û 814 pêşmerge hatin şehîdkirin û 10 hezar û 725 pêşmerge jî birîndar bûn û 44 pêşmergeyên dîl hene."