image

PeyamaKurd - Lêkoler û bîrmendê Iraqî derbarê qonaxa bê ya Iraqê nivîsî ku Herêma Kurdistanê ber bi geşbûneke bêhtir ve diçe û Iraq jî wêrantir dibe.

Lêkoler û bîrmendê Iraqî Xalib Şabender, di gotareke xwe de geşbîniya xwe derbarê rewşa Herêma Kurdistanê li qonaxa bê nîşan da, herwiha derbarê rewşa Iraqê jî reşbîniya xwe nîşan da.

Şabender di nivîsa xwe de wiha got: Kurdistan di dema bê de zêdetir geşdibe û Nînewa li serkeftinên xwe vedigere, lê parêzgehên naverast û başûrê Iraqê xurafat, çek û madeya hişber zêde dibe.

Daxuyaniya Xalib Şabender li ser torên civakî gelek hat belav kirin û piştgiriya nerînên wî hat kirin.