image

PeyamaKurd- Zabitê deryayî yê ku di artêşa deryayî ya Amerîka de dixebitî Robert O’Neill ragihand ku kuştina serokê El Qaîde Bîn Ladîn ji aliyê wî de, di jiyana wî de tişta herî xerab bû ku kiriye.

Di sala 2011an de di meha gulanê de, operasyonek bo ser serokê El Qaîdê Bîn Ladîn hatibû kirin û di operasyonê de ji aliyê 0’Neill de hatibû kuştin. 0’Neill got ku şerê bi fikrên redîkal re divê bi rêya perwerdê be. 0’Neill behsa dema operasyonê kir û got piştî kurê Bîn Ladîn yê 2 salî li cem cenazê bavê wî dit, ew hêj ferq kiriye û weha dewam kir:

“Ez jî bavim û bawer dikim ku ti têkiliyeka vî zarokê reben bi vê mijarê tineye. Min dît ku ev neqediyaye û hêvî dikim ku ti kesekî van tiştan nejî. Mirov dikare vî şerê hane ne bi bombe û fişekan lê mirov dikare bi perwerdê qezenc bike. Li holê baweriyekî heye ku ewlehiya me qels dike.”