image

PeyamaKurd - Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê diyar kir di dinyayeke ku her diçe krîz zehftir dibin û her tişt tevlihev dibe de welatên Ewropayê divê destê xwe bidin hev, bibin yek û herwiha ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê jî pêwîstî bi hemû welatên herêmê heye.

Serokwezîr Merkelê di axaftina xwe ya li Meclisa Federal (Bundestag) de diyar kir ku li Sûriyeyê pêwîstî bi çareseriya siyasî heye, nîvê gelê Sûriyeyê ji ber şer û pevçûnan reviyaye û herwiha têkoşîna dijî rêxistina DEAŞê li herêmê bi xwe re krîzeke mezin derxistiye holê û wiha got, "Ev krîz Rûsya, Tirkiye, Îran, Erebistana Siûdî, Urdin û bi giştî Ewropa nebe nayê çareserkirin."

Merkelê bal kişand ku di warê çareserkirina krîzê de hêza welatên Ewropayê heta niha têrê nekir û ji ber hindê jî niha Almanyayê ligel Amerîka, Îngiltere, Fransa, Urdin û Erebistana Siûdî komek ava kir û hewl dide ku krîzê çareser bike û wiha dewam kir, "Helbet divê Koma Astanayê ku ji Rûsya, Îran û Tirkiyeyê pêk tê jî tevî mizakereyan bibin."