image

Peyamakurd - Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Kang Kyung-wha da xuyakirin, rêveberiya Pyongyangê hevdîtina pilebilind a bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re ya ji bo amadekariyên lutkeya serokan a Washingtonê betal kiriye.

Koreya Bakur li ser sedemên betalkirina hevdîtinê ti daxuyaniyek neda.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li Koşka Spî ji rojnamevanan re got ku leza wan ji bo hevdîtina Pompeo û Cîgirê Serokê Komîteya Navendî yê Koreya Bakur Kim Yong Chol nîne û ew dikarin wê hevdîtinê piştre jî plan bikin.

Lutkeya yekê ya di navbera Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong de 12ê Hezîranê li Sîngapûrê encam dabû û herdu serokan li ser paqijkirina çekên nukleerî yên Koreya Bakur li hev kiribûn.