image

Hêzên deyayî yên hukumeta Lîbyayê li devera Ez-Zawiye ya nava behrê 237 koçberên qaçax ji mirinê rizgar kirin.

Li gor ragihandina hêzên Deryayî ya nivîskî li ser du botên pifdayî 44 jin û 7 zarok bi temamî 237 koçberên qaçax hatin rizgarkirin.

Hat ragihandin ku xizmeta mirovî û tenduristiyê bo koçberan hatiye kirin. Li gor çavkaniyên fermî li Lîbyayê ji 24 welatan koçber hene. %95 ê wan ew in yên dixwazin ji Afrîkayê herin Awrûpayê.