image

PeyamaKurd- Şîretkarê serokkomarê Îranê yê berê Gulamalî Recayî got ku mirina Haşimî Rafsancanî ne xwezayiye û şêlûbûna di vê mijarê de dewam dike.

Recayî bo malpera nûçeyan ya bi navê Ensafnewsê axifî û di derbarê mirina serokkomarê Îranê yê berê de axifî. Recayî weha got:

“Ez polîs an muxaberat nînim. Tenê tişta ku ez dizanim di vê mirinê de tiştekî heye. Tişta ku heye ‘krîza dil’ an mirineka normal nîne.”

Recayî got ku di mirina wî de hinek tiştên ne zelal hene lê dê ev tişt bi deh salan bi şûn de derên ortê. Recayî weha dewam kir:

“ Rafsancanî bo xanima xwe Îffet Maraşî, berya mirina xwe bi 10 rojan navên hin kesan gotiye û gotiye ku van kesên han wê wî bikujin. Vê agahiyê herkes dizane.”

Recayî got ku keça Haşimî Rahsancanî Fatma Haşimî jî agahiyên weka vana pêre parvekiriye. Fatma gotiye ku kesekî li ser motorsîkletê, xwe nêzî keça wî kiriye û jê re gotiye “ji bavê xwe re bêje wê wî bikujin” û xwe dûr kiriye.

Keça din ya Haşimî Rafsancanî Faîze Haşimî di meha 12an de ragihandibû di cesedê bavê wê de, di ser normalê de, bi miqdarê 10 caran radyasyon hatiye tesbîtkirin. Keça wî Fatma jî gilî û gazinan kiribû gotibû di derbarê mirirna bavê wê de têr agahî nedane wan.

Haşimî Rafsancanî, di 8 ê meha 1 ê de, di sala 2017an de miribû. Rayedar, sedema mirina wî ‘rawestandina dil’ nîşan dabûn. Rafsancanî du dewre serokkomariya Îranê kiribû.