image

Bi hezaran kes li Barcelonayê, li bajarê Îspanyayê ku dikeve herêma KataÅŸlanyayê ketin kuçe û kolanan û xwepêÅŸandan kirin. Di xwepêÅŸandanan de dixwazin ku girtiyên wan yên siyasî serbest bên berdan.

Rêxistinên sîvîl bang li xelkê kiribûn ku xwepêÅŸandanan bikin da girtiyên wan serbest bên berdan. Ji deverên cuda 900 otobus, tije xelk hatin Barcelonayê. Li dora 750 hezar kes tevli xwepêÅŸandanan bûn.

Berê seroka parlementoya Katalanyayê bi kefaleteka zêde, bi 150 hezar Ewroyê serbest hatibû berdan. Dadgeh ji bo 4 kesan jî her yek 25 hezar Ewro kefalet xwestibû da serbest bên berdan.