image

PeyamaKurd- Rıza Pehlewî, kurê mezin ê Riza Pehlewî ye ku di 1979an de ji textê xwe bû û mecbûr ma terka Îranê bike.  Piştî ku bavê wî Şah Muhammed di 1980î de li Misir a ku wek penaber lê dima mir, tevî neferên mayî yên malbatê koçî Amerîkayê kirin.

Riza Pehlewî, ji wê rojê de bi xeyalên „rojek ji rojan ezê vegerim Îranê û li ser textê bavê xwe rûnim“ jîya. Xuyaye encama vê fikarê ye ku di rojên dawîn de dixwaze têkildarî bûyerên Îranê bibe û daxuyanîyên bê ser û ber dide. Ji bo xelkê Îranê alîkarîyê ji Amerîka û welatên din dixwaze, gotinan ji Kurdan re dibêje û xwedêgiravî dixwaze ji xwe re destek û piştgiran peyda bike.

 Li dijî axavtin û bêserûberîya wî nivîskarê navdar Paulo Coelho di hesabê xwe yê Twîtterê de gotinên „Dengê xwe neke û rûne, SAWAK êdî tuneye, CÎA jî wek ku di 1953an de kir ji malbata we re darbeyan nake, xelkê Îranê xwedîyê wê hunerê ye ku karibe rêya xwe bibîne“ bi kar anîn.

Mijara ku me têkildar dike, daxuyanîya ku Pehlewî di derbarê Kurdan de daye. Pehlewî, „Heke Kurd li dijî rejîmê bi me re tev bigerin, emê mafên wan jî li ber çav bigrin“ gotiye. Gotinek wisa bi kar tîne ku tu dibê qey Kurd muhtacî sedeqê ne.

Bihêlin bila ew di nav  gotinên xwe yên pûç de bibe leylan, lê helbet çend gotinên Kurdan ji wî û yên weke wî berdoş re jî hene. „Gava Kurdan binirxînin, bela tukes nefikire ku Kurd ji 3-5 xiyanetkarên dolheram ên derûdora Silêmanîyê pêk tê“.

Milletê Kurd, gava bifikirin ka gelo wê di vê demê de çi bikin, divê ji bîr nekin ku momentên wan yên pir girîng û dîrokî hene!

Milletê Kurd, divê ji bîr neke ku bavê Riza Pehlewî Şah Muhammed Riza Pehlewî, qesasê wêrankirina Komara Mahabadê û mirdarê Qazî Mihemed e!

Milletê Kurd, divê ji bîr neke ku bavê Riza Pehlewî Şah Muhammed Riza Pehlewî, di tunekirina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê yên 1975an de rola sereke lîztiye!

Milletê Kurd, divê ji bîr neke ku bapîrê Riza Pehlewî Şah Riza Pehlewî, bi Mistefa Kemal re dijberî û dijminatîya Kurd û Kurdistanê kiriye!

Di nava van momentên jorîn de, di derbarê Îrana nûguhertî de kesê ku herî dawîn karibe biaxive, Riza Pehlewî ye. Heke li hember van gotinên berdoşî yên Riza Pehlewî em karibin çend gotinan li ser navê milletê Kurd bêjin, ew jî ev e ku „Milletê Kurd ne muhtacî sedeqeyên tu kesî ye, li vajayî wê, milletê Kurd herdem sedeqe daye kesên sincxirab û pozê wan firkandiye!“

PeyamaKurd/Editör