image

PeyamaKurd - Li Japonyayê ji ber barana gur lehî rabû û hêlan ket erdê, hêjmara kesên ji ber lehî û hêlanê mirin gihîşte 176an.

Rayedaran diyar kir, ji hefteya çûyî heta niha li rojavayê welêt baran dibare û ji ber baranê lehî rabû û hêlan çêbû, di lehî û hêlanan de 176 kes mirin, bi dehan kes winda ne.

Hat gotin ku Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe jî li herêma afatê li bajarê Kuraşhîkiyê navendeke texliyeyê ziyaret kir.

Abe li navendê li ber jineke pîr xwar bû û soz dayê ku ji bo jiyan normal bibe çi ji destê hikûmetê were wê bike.

Li 19 wilayetên welêt ji bo 5,9 milyon kesan fermana texliyeyê hatibû derxistin.

Ji ber lehî û hêlanê li herêmên Hîroşîma, Ehime, Okayama, Yamaguçi, Kyoto, Gifu, Şiga, Hyogo, Koçi û Fukuokayê welatî mirin.

Ji ber felaketa li welêt Şînzo Abeyê serokwezîr gera xwe ya Ewropa û Rojhilata Navîn betal kiribû.