image

Sekreterê Encumena Teşhîsê ya Berjewendiya Nîzamê yê Îranê Muhsîn Rizayî li ser xwepêşandanên li Îranê parast ku berpirsê operasyonên taybet ên CIAyê li Hewlêrê bi nûnerên Erebistana Siûdî, Barzaniyan û minafiqên vê hevpeymaniyê re li hevkiriye û ev plan saz kiriye.

Li gorî nûçeya Ajansa Tesnîmê ya Îranê Sekreterê Encumena Teşhîsê ya Berjewendiya Nîzamê Muhsîn Rizayî îro piştî civîna encumeniyê daxuyanî da û îdia kir ku berpirsê operasyonên taybet ê CIAyê li Hewlêr û Iraqê bi kur û hevjîna Sedam Husên re, herwisa bi nûnerên Erebistana Siûdî, Barzaniyan û hinek ‘minafıqên' din re kom bûye û ev plan saz kiriye. Rizayî parast ku wan ev plan bi merhele daye destpêkirin û got, "Merheleya pêşîn piraniya bajaran ji kontrola artêşê derxîne û paşê di merheleya duyem de çekan bixîne nav Îranê û gelek kesan bikujin. Amerîkayê jî bi vî awayî karibe li Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî li gorî hiqûqê zêdekirina qedexeyên li dijî Îranê bide qebûlkirin."

Muhsîn Rizayî herwisa anî ziman ku wan li gorî plana xwe bûyer di dawiya meha Berfanbarê de dan destpêkirin û dixwazin heta meha Adarê û Sibatê bidomînin.