image

PeyamaKurd- Ji bo Hilbijartina 24ê Hezîranê şirketa anketan ya bi navê MEDİARê anketek çêkir. Li gorî encamên anketê, di tûra pêşî de ti kes ji %51ê dernaxe û hilbijartin wê bimîne tûra duyem.

Di 24ê Hezîranê de li Tirkiyê hilbijartina serokomariyê wê bê kirin. Encamên vê hilbijartinê pir girîng in. Ji ber vê yekê her kes li encamên anketan dinêrin. Herî dawî jî şirketa anketan ya bi navê MEDİARê anketek çêkir. Encamên balkêş hene.

Li gorî MEDİARê rêjeya rayên partiyan wiha ye.

Tifaqa Cumhûrê: %47.68

Tifaqa Milletî: %39.42

HDP: %12.14

Li gorî MEDİARê rêjeya rayên namzetên serokomariyê jî wiha ye.

Recep Tayyip Erdogan: %47.96

Muharrem İnce: %29.88