image

PeyamaKurd- Serokê komîta hêzên çekdar yê senatoya Amerîkayê Inhofe got ku divê Tirkiye di navbera rojava û Rûsya de tercîha xwe bike. Li gor Inhofe; eger Tirkiye dixwaze bi Amerîka re di bernameya F-35an de bimîne, divê dev ji kirîna sîstema hewayî ya S-400an berde.

James Inhofe di vê mijarê de bo Bloombergê ragihand û weha got: “ Eger Tirkye dixwaze di bernameya F-35an de bimîne, divê bo kirîna sîstema S-400an de bi pêşde neçe. Eger dev jê bernede, divê em car din li serê bifikirin bê bila ji 8 hevkarên çêkerên F-35an yek be an na, em li serê biaxifin.”

Inhofe weha dewam kir: “Tirkiye hevkarekî girîng yê NATO ye. Lê divê weha tevnegere. Di parastina hewayî de raste pêdiviya Tirkiyê heye lê ya girîng ev e: Divê Tirkiye di navbera rojava û Rûsya de tercîhekî bike. Eger dewam bike ji Rûsyayê S-400an bikire, wê encaman jî qebûl bike.”