image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku civîna sêyemîn a Koma Xebatê ya Tirkiye-Amerîka bo Sûriyê, bi seroktiya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Sûriyê James Jeffrey sibe 7ê Kanûnê li Enqerê tê lidarxistin.

Li gor zanyariyan, dê di civînê de mijarên wekî rewşa birêveçûna plana Minbicê ya bi Tirkiyê re û rewşa Rojhalita Firatê werin guftûgokirin.

Tê çaverêkirin, Tirkiye cardin ji Amerîkayê bixwaze piştgirî û hevkariya xwe ya bo YPG/HSDê vekişîne. Amerîkayê beriya niha biryara danîna xalên çavderiyê li sînorên Tirkiye-Rojavayê Kurdistanê dabû û çend xal jî hatibûn danîn.

Civîna Jeffrey û rayedarên tirk piştî gotinên wî yên, ‘Êdî dema kişandina fîşê Astanayê hatiye’ pêk tê ku Tirkiye jî digel Rûsya û Îranê pêkhateyek ji pêvajoya Astanayê ye.