image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu soz da ku ew dê ji bo di warê pêşîlêgirtina hişkayî û xelayê de alîkariya bidin bi milyonan Îraniyan, teknolojiyên bikaranîna avê wergerînin farisî û li ser înternetê biweşînin.

Rayedarên Îranê ragihandibû ku ji sedî 96ê Îranê kêm an jî zêde wê rastî hişkayiyê were û 50 milyon Îranî ji ber guhertina avhewayê wê neçar bimînin ku malên xwe biterikînin. Netanyahu jî ev daxuyaniyên rayedarên îranî anîn ziman û di vîdeoya xwe ya bi îngilizî de wisa axivî:

"Îsraîl dizane wê çawa pêşiyê li karesata jîngehê bigire. Ez dixwazim van agahiyan bi xelkê Îranê re parve bikim. Em malpereke farisî amade bikin, ku di wê malperê de wê pêşberên bi hûrgilî yên ku bikaranîna ava zêde, parastina rekolteyê û têrkirina malbatan nîşan dide, cih bigirin."

Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin, "Rejîma Îranê bang dike û dibêje ‘Mirin ji Îsraîlê re'. Îsraîl wekî bersivdayinê bang dike û dibêje ‘Jiyan ji bo xelkê Îranê'. Xelkê Îranê baş e û bi hurmet e. Divê xelk bi tena serê xwe li dijî rejîma bêrehm dernekeve. Em bi we re ne."