image

Balafireka bê mirov ku ya Sûriyê bû, piştî ku ket herêma Golanê ya ku ji leşkeran hatiye safîkirin, ji aliyê Îsraîlê ve hat xistin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi sîstema fuzeyan ya Patriotê balafirê xistine. Li gor organa weşanê ya fermî ya Îsraîlê; balafira bê mirov ya hukumeta Esad e û li ser sînor, li devera Quneitra wezîfa komkirina agahiyan dikir.

Di dema ku hêj balafir li ser sînor bû, Îsraîl bi Rûsan re ketin nava têkiliyê bê Balafir ya wan e an na. Piştî agahî gihîşte wan ku balafir ne ya Rûsyayê, balafir (drone) ji aliyê artêşa Îsraîlê de hat xistin.