image

Piştî xwepêşandanên nerazîbûna ji hikûmet û rejima Îranê, hikûmeta Îranê biryarên nû stendin. Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a xwendin û Perwerdeyiyê yê Komara Islamî ya Îranê Mehdî Newîd di telewizyona fermî ya Îranê de ragihand: “Perwerdeya ingilîzî di dibistanan, zanîngehan û enstituyên perwerdeyiyê de ne ligor nirxên me ne û dê wekî wane nemîn e. Ji sistema me ya xwendinê dê bê derxistin.”

Ev biryara Îranê piştî wê yekê tê ku, li Îranê herweha rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê yên berfereh, ku hîn jî berdewam in pêk tê. Îran welatên, Kendavê, Israil, Rojava û bi taybet Amerika li pişt geşepêdana van xwepêşnadanan tometbar dike…