image

PeyamaKurd - Îranê li hember nûçeyên derbarê êrişa bi çekên kîmyayî li bajarê Duma yê Sûriyê bertek nîşan da û ragihand ku her êrişeke li dijî hikûmeta Sûriyê dê rewşa tevahiya herêmê têk bibe.
 
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî di daxuyaniyekê de red kir ku hêzên hikûmeta Sûriyê çekên kîmyayî li Dumayê bi kar anîbe û ragihand: Di demekê de ku Artêşa Sûriyê di qadên şerê li dijî terorîstên çekdar de serkeftî ye û baladest e, bikaranîna made yan çekên kîmyayî ji aliyê wan ve karekî lojîkî nabe.

Behram Qasimî da xuyakirin, tohmetbarkirina Şamê bi bikaranîna çekên kîmyayî, tenê hincet in û diyar kir, ew tohmetbarkirin pîlaneke nû li dijî hikûmeta Sûriyê ye.

Qasimî herwiha gefa wê yekê xwar, ku her êrîşek li dijî dewleta Sûriyê dê rewşa wî welatî û tevahiya herêmê aloztir bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê wiha got: “Îdia û tohmetên wisa ji aliyê amerîkiyan û hin welatên rojavayî ve, nîşaneya pîlaneke nû li dijî dewlet û milletê Sûriyê ye û hincetek e ji bo êrişeke leşkerî li dijî wan û bêguman (ew yek) dê rewşa li wî welatî û li herêmê alzotir bike û dê terorîstan jî ji bo berdewamîdan bi tawanên xwe cesûrtir bike, ku helbet bi qazanca aştî, seqamgîrî û ewlehiya herêmê û cîhanê nabe”.

Behram Qasimî herwiha diyar kir, “îdiaya bikaranîna çekên kîmyayî li bajarê Dumayê ji aliyê Artêşa Sûriyê ve, li gel rastiyên niha yên li ser erdê li wê deverê nagunce” û tekez kir, ku “hikûmeta Sûriyê di mijara kîmyayî de hevkariyeke baş li gel Netewên Yekgirtî hebûye û piştî ku ew welat tevlî peyamnnameya rêgirtin ji belavbûna çekên kîmyayî bû, civaka navdewletî tevahiya îmkanên berhemanîn û çêkirina çekên kîmyayî yên wî welatî ji nav bir”.