image

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemmed Cewad Zerîf, îdîa kir ku Amerîkayê bi şerê li dijî terorê heta niha bûye sedema kuştina 500 hezar însanî û DAIŞ jî wisa derketiye.

Zerîf, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got Amerîkayê bi şerê li Asya û Rojhilata Navîn bûye sedemê kuştina 500 hezar însanî û ji 2016an vir ve 110 hezar însan mirine.

Zerîf got herwiha welatiyên Amerîkayê jî ketin bin mesrefên 5 trilyon û 600 milyar dolar û 7 hezar însanên Amerîkayî hatine kuştin. Herwiha got ji ber vî şerî kuştin û talanên li Rojhilata Navîn bê hed û hesab e.