image

Parêzvanên Şorişa Îranê ragihandin ku ew serdest hatine. Di ragihandinê de weha dibêjin:

“Xelkê Îranê û hêzên asayîşa Îranê li hemberê dijminên ku tevlihevî çêkirine serdest hatin.” Ragihandin weha dewam dike:

“Parêzvanên Şorişa Îranê, bi hezaran hêzên Besiçê, bi piştdayîna polîs û wezareta îstîxbaratê, di tevayê Îranê de, ew zîncîra tevliheviya ku ji aliyê Amerîka, Îsraîl, Brîtanya û Erebistana Si’ûdî ve hat afirandin, şikand.”

Gelo bo van şiroveyan hêj zûye an na, wê di demên pêş de diyar bibe.