image

PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî bi telefonê bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re axivî. Rûhanî ji Merkelê re got ku ew ji pêşniyaza welatên Ewropayê ya ji bo parastina peymana nukleerê kirin, memnun nînin. 

Der barê hevdîtina li ser telefonê de ji Serokkomariya Îranê daxuyaniyeke niviskî hat dayîn. 

Rûhanî li ser telefonê ji Merkelê xwest ku welatên Ewropayî pêşniyazên xwe eşkere bikin û wiha axivî: "Li Viyanayê em ê di civîna wezîrên karên derva de werin bal hev. Eger welatên Ewropayê bi Îranê re hevkariyê bikin û di fealiyetên hevpar de me îqna bikin em ê bi wan re hevkariya xwe bidomînin. Pêşniyaza welatên Ewropyê ya di meselaya peymana nukleerê da li me kirin pêşniyazeke 'hêvîdariyê' nîne û mijarê teqez çareser nake."

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê jî got ku daxwaza wan ew e peymana nukleerê dewam bike û wiha pê da çû: "Daxwaza me ew e ku peymana nukleerê bidome. Hevdîtinên li ser peymanê divê bi aqlêselîm dewam bikin."

Peymana nukleerê di navbera Amerîka, Îngiltere, Fransa, Rûsya û Çîna ku welatên endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ne û Îranê da piştî mizakereyên qasî du salan dewam kiribûn di 14yê tîrmeha sala 2015an de li Viyanayê hatibû îmzekirin.

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê gotibû peymana nukleerê ya bi Îranê ra hat çêkirin dibê ji nû va were sererastkirin, heke wisa neyê kirin jî Amerîka wê ji peymanê vekişe.

Welatên din ên ku peyman îmze kirin dibêjin ku bila kêmasî bên temamkirin û peyman bê parastin.

Wezîrên karên derva yên welatên peyman îmze kiribûn jî wê îro li Viyanayê werin bal hev.