image

PeyamaKurd- Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku divê bi şertên bihatiya jiyanê re, bi awayeka ji dil têkoşîn bê dayîn.

Hesen Rûhanî têkoşîna bi bihatiya jiyana bo Îranê, weka ferman da xelkê. Li gor ajansa IRNA yê, piştî civîna encumena wezîran, serokê nivîsgeha serokkomar Mehmûd Waizî li Tehranê behsa civînê kir û got ku Rûhanî ferman daye wezaretan da bi bihatiya li welat de, têkoşîneka ji dil bidin.

Waîzî ragihand ku di civînê de biryar hatiye dayîn da malên di depoyan de hene bo xelkê bên arzkirin û tevî ku dolar li ser 4 hezar û 200 tumenan hatiye sabîtkirin, nayê qebûlkirin ku bihayê tiştan bên zêdekirin.

Parlementerê reformîst Mistefa Kewakibiyan got; tevî dolar li ser tumen hatiye sabîtkirin jî bihayê otomobîlan di nava meha dawiyê de bi 20 mîlyon tumenî biha bûye. Kewakibiyan got:

" Debara xelkê baş nîne. Dibînin ku her roj tişt biha dibin. Ji me re dibêjin ‘hun li meclisê çi dikin?’ “

Dolar di meha nîsanê de derketibû asta 7 hezar û 500 tumenî lê paşî Rûhanî biryarê dabû ku dolar li ser 4 hezar û 200 tumenî sabît bike.

Piştî Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiya û got ku wê dorpêçên nû deyne ser Îranê, bazara Îranê bi awayeka neyînî bandorê dîtibû û bazar ser û binê hev bû bû.