image

PeyamaKurd- Fermandarê Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê Muhammed Alî Caferî li ser êrîşa Koyê ku 18 kes hatibûne şehîdkirin got ku ev êrîş ji bo hemî dijminên me mesajek e.

Fermandarê Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê Muhammed Alî Caferî li ser êrîşa Koyê ku li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) û HDKê hatibû kirin û di encama êrîşê de 18 kes hatibûne şehîdkirin û 49 kes jî hatibûne birîndarkirin, daxuyaniyek da û wiha got: “Ev êrîş, ji bo dijminan, bi taybetî jî ji bo hêzên sûper ku dibêjin qey wê bi zordestiyê serê me bitewînin, mesajek e.”

Erkdarên partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî gotin ku Îran bi vê êrîşê, mesajê dide Amerîkayê.