image

PeyemaKurd- Fermandarê artêşa Îranê tumgeneral Muhammed Elî Caferî îro di salvegera rehîngirtina xebatkarên balyozxaneya Amerîkayê ya di sala 1979 an de li Tehranê axaftinek kir. Axaftina Caferî li ber balyozxaneya berê ya Amerîkayê bû ku di sala 1979an de hatibû dagirtin. Bibîranîn ne tenê li Tehranê lê li gelek bajarên Îranê hatin kirin. Caferî got: “Nebe tu me tehdîd bikî.”

Ev tê vateya ku Amerîka zêde bi ser Îranê de here, wê car din balyozxaneya Amerîkayê rehîn bigrin. Caferî weha dewam kir:

“Nebe tu me tehdîd bikî. Bi tehdîdên leşkerî me netirsîne ji ber ku qêrîn û hawarên leşkerên Amerîkayê yên li bajarê Tebesê û Kendava Besrayê nehatine jibîrkirin.”

Di sala 1979an de di rojekî weka îro de hinek xwendevanên Îranî bi fermana rêvebiriya Îranê 444 roj xebatkarên balyozxaneya Amerîkayê li Îranê rehîn girtibûn. Serokê Amerîkayê yê wê demê Jimy Carter operasyonek dabû kirin da xebatkaran rizgar bikin lê Amerîka têkçûbû.