image

Cîgirê wezîrê karê derve yê Îranê Arakçi got eger Amerîka ji peymana nukleerî vekişe, wê Îran jî heman rêyê bişopîne.

Li gor ajansa xwendevanên Îranê ISNA yê, di civîna Komîsyona Asayîşa Netewî ya ku li Tehranê çêbû, Arakçi di civînê de axaftinekî kir. Di axaftina xwe de; di mijara wezîrê karê derve yê nû ku berê serokê CIA yê bû û bi dijminahiya xwe ya li dijî Îranê tê nasîn, di derbarê Mike Pompeo de weha got:

"Guhertina di wezareta karê derve ya Amerîka de hat kirin, nîşan dide ku Amerîka biryara xwe daye da ji peymana nukleerî vekişe. Welatên Awrûpayê dixebitin ku Amerîka li ser peymana xwe bimîne lê eger ew vekişe em ê jî jê vekişin.”

Arakçi ragihand ku welew Amerîka ji peymanê venekişe jî wê zor û tada ser Îranê ji ortê raneke.